Abdullah Tel
18 Adar 2019•Rojanekirin: 18 Adar 2019
Hat ragihandin ku li Meydana 24ê Cotmehê ya bajarê Utrecht a ser Hollandayê êrîşa çekdarî qewimî. Di êrîşê da kesên birîdar bûn hene.
Polêsên Hollandayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku li Meydana 24ê Cotmehê êrîşa çekdarî hatiye kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ekîbên polêsan û tenduristiyê ber cihê bûyerê va hatine şandin.
Di nûçeyên çapemeniya Hollandayê cih girtin da jî hat gotin ku êrîş li cihê trafîk lê tuneye hatiye kirin û sedema êrîşê jî hêj nediyar e.