Abdullah Tel
18 Adar 2019•Rojanekirin: 19 Adar 2019
Alîkarê Serokomar Fuat Oktay û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu li Zelandaya Nû di çarçoveya ziyareta xwe da li bajarê Christchurchê ku lê êrîşa terorê qewimî bû di taştê da bi welatiyên Tirkiye ra hatin bal hev.
Oktay li wir bi welatiyan ra sohbet kir, silavên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ji wan ra got û destnîşan kir ku di qada alîkariyê da Tirkiye mayê ji dest tê wê bide wan.
Alîkarê Serokomar Oktay û Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu piştî taştê kesên di êrîşa terorê da birîndar bûbûn ziyaret kirin.

Rayedarên li nexweşxaneyê der heqê êrîşa terorê ya ku 50 kes hatin kuştin û 50 kes jî birîndar bûn û rewşa birîndaran da agahî dan Oktay û Çavuşoglu.
Di çarçoveya serdanê da Oktay û Çavuşoglu çûn Mizgefta El Nûrê ya lê êrîş hat kirin, ji bo şehîdan dia kirin û ji polêsên lêpirsînê birêva dibin jî agahî hildan.

- "Heke ev çek di destê kesekî Misilman da biteqiya..."
Alîkarê Serokomar Oktay ragihand ku ew li ser telîmata Serokomar Erdogan derbasî Zelandaya Nû bûn û der barê hevdîtin, ziyaret û serdanên li welêt kirin da jî agahî da.

Oktay destnîşan kir ku wan birîndaran ziyaret kir, bi meleyê mizgefta rastî êrîşî hat ra axivîn, ji Serokwezîra Zelandaya Nû bigir heta gelek rayedarên din ên hikûmetê ra hevdîtin kirin û wiha pê da çû: "Me vê li Tirkiyeyê jî gotibû û em li vê derê careke din dibêjin. Dîn, îman, nijad, ziman û erdnigariya terorê tuneye. Ez vê yekê bi taybetî ji bo kesên ku digel êrîşê hê jî naxwazin bibêjin teror tînim rojevê, ev çek heke bi awayekî di destê kesekî Misilman da biteqiya de wisa bifikirin ku niha wê dinya rabûya ser piyên paşên. Lê ji bo me terorîst terorîst e. Lewra ji bo terorîst dîn, îman, nijad, erdnigarî û tiştên din qet ferq nake û ji ber vê jî nabe ku mirov bibêje ev terorîstê min û ev jî terorîstê filan cihî, qet tiştekî wisa dibe. Em li vê derê careke din dibêjin û haya hemû dinyayê pê dixin ku teror belayeke wisa ye li her derê û li her cihê dinyayê mimkune rû bide. Ji ber vê jî li hemberî vê belayê divê bi şirîkatî bersiv bê dayîn û zimanekî hevpar bê bikaranîn, ev pir girîng e."

Alîkarê Serokomar Oktay bibîr xist ku Teşkîlata Hevkariya Îslamê jî wê di 22yê Adarê roja îniyê li Tirkiyeyê civîn bike û Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu jî ji bo civînê amadehiyan birêva dibe.
Wezîr Çavuşoglu jî di axaftina xwe da bal kişand ser civînê û got ku di civînê da ew ê komîsyoneke ji Wezîrên Karên Derva pêk tê ava bikin û vê êrîşa terorî ya li dijî Misilmanan qewimî Neteweyên Yekbûyî di serî da li her platformê bînin rojevê.