Abdullah Tel
24 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
EDE
Li Edeya bajarê Hollandayê pankartên ku tê da îfadeyên Îslamofobîk hene bi dîwarên Mizgefta Mezin a Weqfa Diyanetê ya Hollandayê (WDH) û hin dîwarên derûdorê va hatin zeliqandin.
Tevgera Voorpostê ya zêde rastgir çalakî hilda ser xwe û ji ser medyaya civakî jî wêneya pankartên li serê îfadeyên "Terora Îslamê bide sekinandin" û "Misilmanbûnê bide sekinandin" parve kir.
Serokê Weqfa Mizgefta Mezin Huseyîn Durmuş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li bajarê Edeyê cara ewil e rastî rewşeke wiha tên û wiha pê da çû: "Di êrîşa ewil da pankarteke li serê 'Şerjêkirina helal bide sekinandin' bi paceya mizgeftê va hat zeliqandin. Me ev yeka bi zanayî ji çapemeniyê ra negot. Jixwe armanca vê komê ew e ku di medyayê da cih bigirin û balê bikşînin. Lê hefteyak pişt ra li ser dîregên kuçeyan ronî dikin û dîwarên înşeateke li nêzî mizgeftê pankartên li serê îfadeyên îslamofobîk hene, hatibûn zeliqandin. Me her du êrîş jî ji polêsan ra gotin û gilî kirin."