Elif Orhan
05 Sibat 2016•Rojanekirin: 07 Sibat 2016
MARDÎN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu piştî daxuyaniya xwe ya "Plana Çalakiyê ya Têkoşîna bi Terorê re" nimêja înê li Mizgefta Mezin a Mêrdînê kir.
Davutoglu û wezîrê pê re hatin Mizgefta Mezin a li navenda bajêr.
Serokê Karên Diyanetê Prof. Dr. Mehmet Gormez nimêja da kirin.
- Kampanyaya "Niha Wextê Başkirina Birînan e"
Serokê Kar û Barê Diyanetê Gormez li Mizgefta Mezin xutbeya înê da û diyar kir ku îro wek Serokatiya Kar û Barên Diyanetê li hemû mizgeftan kampanyaya "Niha Wextê Başkirina Birînan e" dan destpêkirin, aliyê manewî ya vê kampanyayê gelekî girîngtir û mezintir e.
Gormez destnîşan kir ku li 90 hezar mizgeftî wekî "Niha wextê başkirina birînan e" bang kirin û wiha axivî: "Li van mekanên bimbarek, li van bajêran, çendî zarokên ku dê destê wan qelem bigirin, çendî ciwan çawa dikarin ji miletê xwe bi xwe re, ji dê, bav û welatê xwe re çalan bikole, bombeyan wir bi cî bike û wan bajaran tehrîb bike? Ma di van hemûyan de berpirsyariya her yek ji me tune? Em hemû divê wek mûmîn me wezîfeyên ku ketin ser milê me bi cî anîn? Em hemû divê li ser vê yekê bifikirin."
Gormez got "Gelê me hewl dide ku birînên hemû mezlûmên dinyayê bicebirîne" û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Bombe barîn Xezeyê, hûn çûn û we birînên wan baş kirin, dema ez ji bo ku mizgeftên wan temîr bikin em çûn min li ser mabedên ku bibûn kavl ev lewha dîtibû 'Dagirker dikin xirabe lê Tirkiye tê temîr dike, ava dike' dema min ev dît ji çavên min hêstir barîbûn. Li Efrîkayê birçîbûn û xela derket ev gelê me yê ezîz ji bo ku Somaliyê rake ser piyan seferber bû. Ji bo ku birînên birayên xwe yên li herî dûr baş bike reviya. Li Arakanê birayên wan ên ku rastî zilmê hatin çêbûn, birînên wan jî baş kir."
Gormez destnîşan kir ku gelê Tirkiyeyê di pirsgirêkên li gelek welatan de piştgirî dan welatiyên li wan welatan.