Haydar Şahin
08 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2018
LAHEY
Li Holandayê "êlegzer" li Lahey, Amsterdam û Rotterdamê kom bûn û îstifaya hikûmetê xwestin.
"Êlegzerên" welatiyê Holandayê bi dirûşmeyên wekî "Rutte îstifa" û Rutte bicehime here" çalakî li dar xistin û xwestin ku bira Mark Rutteyê Serokwezîr îstifa bike.

"Êlegzer" bi piranî li ser banga komên rastgirên tunrew kom bûn û di çalakiyan da polîtîkayên hikûmetê yên wekî Pakta Penaberan a Neteweyên Yekbûyî, emrê teqawidbûnê, bihabûna tenduristî û perwerdeyê û pirsgirêka penaberan rexne kirin.
Çalakvanên li pêşiya meclisê ya li Laheyê kom bûn xwestin ku bira Serokwezîr Rutte were û bi wan ra biaxive.
Li Roterdamê jî kêmzêde 150 êlegzer li pireya Erasmusê kom bûn.