Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) ji bo ku ji derveyê welêt pereyan deyn bike dest bi xebatan kir.
Berdevkê Hikûmetê Sefîn Dîzayî di daxuyaniya xwe de diyar kir ku Lijneya Wezîran li pêşnûmaya ji derve deynkirina pereyan erênî dinihêre.
Dîzayî destnîşan kir ku dema ev pêşnûma di Parlementoyê de bê qebûlkirin hikûmeta herêmî dikare ji bo berjevendiyên gel ji derve pereyan deyn bike û wiha axivî:
"Bi vî awayî hikûmeta me li gor hewcedariyan dikare çavkaniyên aboriyê bibîne, pereyan deyn bike û ji bo berjevendiyên gel xerc bike. Armanca vê pêşnûmayê ew e ku rewşa aboriyê ya herêma Kurdistanê xurt bike. Herêma Kurdistanê ji bo ku îmkanên xwe herî baş bi kar bîne mecbur e ku van gava biavêje."