Li Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) nîqaşên hilbijartinê dewam dikin. Endamê Polîtburo û Serokê Lijneya Hilbijartina Partiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Şoreş Îsmaîl îdia kir ku di hilbijartinan de gelek îhmalkarî û sextekarî hatine kirin. Îsmaîl ji bo vê mijarê wiha got: "Me wek YNK ji bo dengên sexte û yên ku hatin betal kirin 280ê daxwaznameyên gilîkirinê dan Lijneya Bilind a Hilbijartinê. Di hilbijartinan de gelek îhmalkarî û sextekarî hatin kirin."
Îsmaîl ji bo hilbijartinên giştî yên ku di 21ê îlonê de li HKIFyê hatin kirin daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sextekarî û îhmalkariyên ku hatine kirin hin ji wan ji ber pirsgirêkên teknîkî bûn lê hin ji wan jî bi zanayî hatin kirin. Îsmaîl wiha dewam kir: "Li Ranyayê 5 hezar dengên me hatin betal kirin. Hincet jî ev e, ew kesên ku raya xwe dane YNKê di pûsûlaya wan a rayê de nîşana lîsteyeke din heye. Gumana me ew ku ew nîşana paşê li ser wan hatine zêdekirin. Bi heman şiklî li Derbendîxanê jî 950 rayên me bi vî awayî hatin betal kirin. Gelo çima bi tenê li ser rayên ku dane YNKê ev nîşan hene. Bi baweriya me ev tişt bi zanayî hatiye kirin."
- "Me 280 daxwazname dan"
Îsmaîl diyar kir ku ji bo rayên wan ên ku li Erbîl û Silêmaniyê hatine betal kirin 280 daxwazname dane Lijneya Bilind a Hilbijartinê û Lijne jî li ser van daxwaznameyan bi hûrgilî lêkolînan dike. Îsmaîl wiha pê de çû: "Li gor me di kîjan sindoqê de ji sedî 80yî zêdetir ray ji partiyekê re derketibe divê ew ray bên betalkirin. Li gor me ew belge ye ku di wê sindoqê de sextekarî hatiye kirin. Lazim e ku cezayekî mezin bidin wazîfedarê di sindoqê de sextekarî kiriye."
Îsmaîl bal kişand ser hikûmeta ku dê nû bê avakirin û wiha got: "Em wisa bawer dikin ku emê di meclisê de 20 parlementerên xwe bi cih bikin. Ji bo em sozên ku me dane gelê xwe bi cih bînin û projeyên xwe bi rê ve bibin em amade ne ku hikûmeta koalîsyonê ava bikin."
Îsmaîl bilêv kir ku hilbijartinên herêmî yên ku kirina wê di meha sermawezê de tê plankirin ji ber sextekariyên hilbijartinên giştî dê bê taloqkirin. Îsmaîl fikra xwe wiha parast: "Ji bo hilbijartinên herêmî divê partiyan lîsteyên nametên xwe herî dereng hetanî sibê beyan bikirana. Lê heta niha tu partiyê lîsteya xwe teslîm nekir. Li gor min hilbijartinên herêmî dê biharê bê kirin."