ERBÎL
Herêma Kurdistana Iraqa Federal (HKIF) niha behsa Partiya Goranê dike ku ka ew di vê hilbijatinê de çawa wisa bi ser ket? Tê diyarkirin ku gelek sedem hene ku Partiya Goranê partiya Celal Talabanî YNKyê li dû xwe hişt û piştî PDKyê bû partiya duyem.
Tê gotin ku pêşengê Serokê Partiyê Noşîrvan Mistefa, jiyana wî ya sade, di hêla muxalefetê de xurt tevgerîna wî, behsa gendeliyê kirin û aligiriya wî ya guherînan wek sedemên serkeftina Goran tên nîşandan.
Goran bi kurdiya soranî tê wateya "guherînê." Partî navê xwe jî slogana xwe jî guherînê hildide. Avabûna partiyê jî ji ber guherînê çêbû. Noşîrvan Mistefa li HKIFê 30 salî alikariya Celal Talabanî kir û ji bo partiyê guherîna sîstemê û li hember gendeliyê jî bernameya reformê ava kir. Lê ji ber ku Talabanî teklîfa wî qebûl nekir bi hevalên xwe re di sala 2006an de ji Herêma Kurdistanê ji dûr ket.
Noşîrvan di 25ê Tîrmehê ya sala 2009an de di hilbijartinên giştî yê parlamenteran de hat hilbijartin. PDKyê 30, YNKyê 29 parlamenter derxist. Lîsteya Noşîrvan jî bi 445 hezar dengan 25 parlamenter derxist. Di 2010an de 487 hezar deng hildan lê 8 parlamenter şande Meclisa Iraqê. Partiya Goranê di 31ê Gulana 2010an de destûra HKIFê hilda û karê xwe yê partîbûnê temam kir. Di hilbijartinên giştî yên parlamenteran ya ku 21ê Îlona 2013an de jî piştî PDKyê bû partiya duyem. Hin encamên fermî ne diyar be jî Partiya Goranê hejmara dengên xwe û parlamenterên xwe zêde kir.
Rêvebirê Pêwendiyên Siyasî yê Partiya Goranê Muhemed Hacî daxuyanî da AAyê û wiha got: "Partiya Goranê li Kurdîstanê rêya muxalefetê vekir. Wek partiyên berê dev ji birêxistina klasîk berda, bernameya partiyê derxiste pêş û her kesî re derî vekir. Muxalefeta li hember gendeliyê û banga edaleta civakî di demeke kurt de Partiya Goranê derxiste pêş."
Parlamenter Alî Hame Salihê ku herî zêde deng hilda jî diyar kir serokê wan her tim di nav gel de ye û wiha got: "Hilbijartin li gor dilê me bû. Niha em bi dengên gelê xwe dixwazin di hikûmetê de cih bigrin."
Der barê aboriya Noşîrvan Mustafa de tu agahî nayê zanîn lê her çiqas dewlemend be jî li derve kesekî dilnizm xuya dike.
"Ne li VÎPyê, di nav gel de deng da"
Derwîş Hemîdê ku ji Goranê balê dikişîne li ser serokên din û dibêje hin serokan li VÎPyê dengên xwe dan lê Noşîrvan Mistefa di nav gel de, di dibistanekê de dengê xwe da.
Prof. Dr. Kamiran Mentîk jî der barê partiya Goranê de daxuyanî da AAyê û diyar kir ku hilbijêrên ku nexwestin deng bidin YNKyê dengên xwe dane Goran, Yekgirto û Komeleya Îslamê. Hat diyarkirin ku ciwan jî wedên Goranê diecîbînin û Noşîrvanê 69 salî bandorê li ser ciwanan dike.
Noşîrvan ji bilî kurdî, erebî, farisî, îngilizî û almanî jî dizane. Di sala 1970an de Rêxistina Kedê ava kir. Piştî avabûna YNKyê di navbera salên 1976-1992an de Fermandariya Peşmergetiyê ya partiyê kir. Di sala 1976-2006an de jî Alîkariya Sekreteriya Giştî ya YNKyê kir.
Noşîrvan Mistefa ji ciwaniya xwe û vir ve di nav hereketa kurdan de cih girt û di sala 1991an de li hember rejîma Baasê rêberî kir. Di sala 1970an de rejîma Baasê der barê wî de fermana dardakirinê da lê Mistefa çû Ewusturyayê û li wê derê bû penaber. Li wir derfet dît ku çend pirtûkan binîvîse û bi taybetî jî li ser gendeliyê sekinî. Di sala 1976an de li ser daxwaza Celal Talabanî vegeriya Silêmaniyeyê û heta 1991an li çiya jiya. Dema ku Saddam efûya giştî derxist li Silêmaniyeyê dîsa jiyana xwe ya siyasî domand.