Hat diyar kirin ku butçeya 2014an a Iraqê hê nehatiye qebûlkirin. ji ber ku ev nehatiye qebûlkirin herêma kurdistanê para xwe negirtiye. Ji ber kêmasiya pereya mehaneyên parlementer, karmendên li wezaretê dixebitin, mamoste û peşmergeyan an kêm an jî dereng tên dayin. Hat îfade kirin ku Bankeya HKI ya Navendê û bankeyên taybet jî ji ber kêmasiya pere niha di tengasiyê de nin.
111 parlementerên li parlementoyê sê mehin ku mehaneya xwe negirtine. Parlementera KDPê Heva Hacî Mîrhanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê got: "Ez saleke mehaneya xwe nestînim ji bo min neppirsgirêk e. Ez li mehaneya xwe ya ku distînim nanêrim. Sedema bi fikarbûna min gelê min e. Pêdiviya Karmend û pêşmergeyên ku debara xwe bi mehaneyê dikin pê heye."