Sümeyye Dilara Dinçer
23 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
Li eyaleta Maharaştrayê ku dikeve rojavayê Hindistanê, di hezaza ku ji ber baranên gur çêbû da jimara miriyan derket 27an.
Rayedarên herêmî ragihandin ku li gundekî herêma Raigada li ser eyaletê di 19ê Tîrmehê da hezaz çêbû û di hezazê da herî kêm 50 kes winda bûn.
Li gor rayedaran ji ber hezazê avahî tep bûn û ji bo derxistina kesên di binê kavilên avahiyan da man, xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin, jimara miriyan derket 27an.
Li eyaletê seranserê hefteyê baran barî, di seferên trenan û trafîka rêyan da tengasî çêbû.
Li gor tesbîtên ewil ji ber hezazê 10 kes mirin, di 21ê Tîrmehê da jimara miriyan derketibû 16an.
Li gundê herêma Raigadê ku 50 xanî lê hene hezaz çêbûbû û 17 xanî di binê axê da mabûn.
Rayedaran daxuyandibû ku ji ber baranên Musonê li welêt di 2 hefteyên dawîn da jimara kesên ku mirin ji 150yî derbas bûn.