Irmak Akcan
24 Tîrmeh 2023•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2023
CEOyê Twitterê Elon Musk "çûk"a logoya klasîk a platforma medyaya civakî bi logoya herfa "X"ê va guherand.
Musk di daxuyaniya hesabê Twitterê da "X.com" nivîsî û diyar kir ku navnîşana "X.com"ê êdî berê meriv dide "twitter.com"ê.
Hat dîtin ku wêneya profîla hesabê fermî yê platforma Twitterê bi herfa "X"ê va hatiye guherandin. Her wiha di hesabê Elon Musk da jî herfa Xê heye.
Her wiha di navnîşana "X.com"ê da jî şûna logoya çûkê logoya Xê dertê.
Musk di 23yê Tîrmehê da wiha gotibû, "Heke îşev logoyeke baş a Xê were parvekirin, em ê sibê li hemû dinyayê biweşînin. Wekî vê Xê"
Muskê ku xwediyê SpaceXê û Teslayê ye jî di cotmehê da Twitter kirîbû û ji wê demê pê va guherînên radîkal kiribûn.