Büşra Selvi Öğütcen
04 Gulan 2021•Rojanekirin: 04 Gulan 2021
Li Hindistana ku ji wan welatan e cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) herî zêde lê tesîr kiriye, hejmara pêketiyan ji 20 milyonî derbas bû.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, 24 saetên dawîn 3 hezar û 449 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber Kovîd-19ê mirin derket 222 hezar û 408an.
Li Hindistanê her wisa di 24 saetên dawîn da 357 hezar û 229 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin û bi vê va jî hejmara pêketiyan bû 20 milyon û 282 hezar û 833.
Li welêt her wiha hejmara nexweşên ku tedawiya wan didome jî derket 3 milyon û 447 hezar û 133yan.