Önder Beyter
07 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 08 Berfanbar 2020
Li Hindistanê ku herî zêde di tesîra cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) da ma, hejmara pêketiyan daket binê 30 hezarî, li Koreya Bakûr hejmara pêketiyên nû zêde dibe û li Çînê jî şewb bi awayekî bikontrol dewam dike.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Hindistanê, li welêt di rojekê da 32 hezar û 981 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, hejmara giştî jî derket 9 milyon û 677 hezar û 203yan.
Her wiha li welêt 391 kesên din jî ji ber Kovîd-19ê mirin û hejmara miriyan derket 140 hezar û 573yan, ya kesên baş bûn jî derket 9 milyon û 139 hezar û 901ê.
Li gorî malpera "Worldometer" ku daneyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, Hindistan ji hêla hejmara pêketiyan va li dinyayê di rêza 2yemîn da ji hêla miriyan va jî di rêza 3yemîn da cî digre.
- Koreya Başûr
Li gorî daxuyaniya Navenda Kontrol û Pêşîgirtina Nexweşiyan a Koreya Başûr, li welêt di rojekê da zêdeyî 600î pêketiyên nû yên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetan da 615 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin û bi vî awayî hejmara giştî ya pêketiyan derket 38 hezar û 161ê, 29 hezar û 301 kes jî baş bûn.
Di 24 satên dawîn da 4 kes ji ber Kovîd-19ê mirin û bi vî awayî hejmara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 549an.
- Çîn
Di daxuyaniya Komisyona Tenduristiya Neteweyî ya Çînê da hat destnîşankirin ku li Çînê di 24 saetên dawîn da 15 pêketiyên Kovîd-19ê hatin tesbîtkirin.
Li welêt di 24 saetên dawîn da tu kes ji ber Kovîd-19ê nemir û her wiha hejmara pêketiyan jî derket 86 hezar û 634an.
Li Çînê heta niha 4 hezar û 634 kes ji ber vîrusê mirin û 81 hezar û 719 kes jî baş bûn.