Haydar Şahin
05 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 07 Tîrmeh 2017
GAUHATI
Hat ragihandin ku li bakurê rojhilatê Hindistanê ji ber şiliya musonê lehî rabû, herî kêm 20 kes di lehiyê da mirin.
Di daxuyaniya Navenda Rêveberiya Afatê ya eyaleta Assamê da hat diyarkirin ku ji ber barana musonê ya ku li bakurê rojhilatê welêt dibare lehî rabû û hêlan kete erdê, herî kêm 20 kes mirin.
Hat ragihandin ku ji hin herêmên eyaletê 400 hezar kes hatin tehliyekirin.
Her sal di di heyama hezîran-îlonê da li gelek ciyên Hindistanê barana musonê dibare. Di demên musonê da lehî radibe û hêlan dikeve erdê û ji bêr vê jî gelek kes dimirin.