Muhammet Kurşun
04 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 04 Cotmeh 2017
HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo wefata Sekreterê Giştî YNKê û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî şîna giştî ragihand, li Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Duhok û deverên din jî xelk bi awayên curbecur şînê girêdide.
Li bajarê Silêmaniyê û Hewlêrê Alaya Iraqê û ya Herêma Kurdistanê hatin nêvî û xelk li hemû bajar û navçeyan matemê digerîne.
Wekîlê Waliyê Silêmaniyê Umer Ehmed Emîn, li ber avahiya walîtiyê serxweşî da xelkê Herêma Kurdistana Iraqê û piştre alayên li wê derê hatin nêvîkirin.
Ji aliyê din ve şofêrên otomobîlan, esnaf û dikandarên li Silêmaniyê jî bi daleqandina wêneyê Celal Talebanî û peroyê reş xemgînî û dilsoziya xwe nîşan didin.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî jî do bi munasebet wefata Celal Talebanî, peyameke serxweşiyê belav kir û tê de ragihand ku "Jidestdana serkirdeyekî wekî (Mam Celal) ziyaneke mezin e ji bo gelê me û cihê wî bi hêsanî nayê dagirtin. Serxweşiyê li xwe û hemû gelê Kurdistanê û birayên serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû endamên wan dikim."
Barzanî herwiha got: "Hêvîdar im Xwedayê mezin, giyanê birayê min ê birêz (Mam Celal) bi bihişta fireh şad bike. Min bi xwe jî heval û bira û piştevanekî bihêz ji dest da. Cihê şanaziyê ye ku me her duyan pêkve û ligel birayên din, me karî gelek astengî û nexweşiyan li ser rêya xebat û têkoşîna xwe hilgirin. Herwiha me gelek qonaxên tehl û nexweş jî derbas kir."
Barzanî bal kişand ser wê yekê ku destkeftên îro bingeha wê birayetiya di navbera wî û Talebanî de hatine danîn û wiha dewam kir: "Niha jî baştirîn wefa ji bo giyanê birayê birêz Mam Celal û giyanê hemû şehîdên rêya rizgariya gelê me, bihêztirkiria yekrêziya me ye. Bi vê helkefta xemgîn ve, hefteyek şîn û matemîniya giştî radigihînîn.''
Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serkomarê Berê yê Iraqê Celal Talebanî, piştî derbaskirina nexweşiyeke demdirêj do berêvarî li Almanyayê di 84 saliya xwe de wefat kir.