Türkan Tosun
12 Îlon 2019•Rojanekirin: 13 Îlon 2019
Li Girava Gronlandê ya ku girava herî mezin a dinyayê ye û li ser Qraltiya Danîmarkayê ye qeşa perçe bû masîgirek mir û 2 masîgir jî winda bûn.
Li gor daxuyaniya polêsên Gronlandê li nêzîkî fîyorda Ukkusîssat/Perlîffîkê ya herêma Uummannaqê, ji ber ku qeşaya mezin perçe bû îxbar hat kirin ku 3 masîgir winda bûne.
Hat gotin ji masîgiran yek mirî hatiye dîtin, 2 masîgir winda ne.
Hişyarî hat dayîn ku gel ji herêmê dûr bisekine.
Li Girava Gronlandê tebeqeya qeşayê dihele
Girava Gronlandê girava herî mezin a dinyayê ye û li Cemsera Bakur wek herêma herî zêde berf û qeşa lê heye tê zanîn.
Ji ber germbûna kurewî tebeqeya qeşayê dihele.
Li gor nûçeyeke CNNê li Gronlandê di meha tîrmehê da ji ber hewaya germ 197 milyar ton qeşa heliya.