Fatih Gazioğlu
13 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2019
Li Girava Mîndanaoya li başûrê Filipînê bi lerza 5,8an erdhej çêbû.
Navenda Lêkolîna Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) daxuyand erdhej li nêzî qeraxên Girava Mîndanaoya li gor saeta herêmî di saet 04.50an da çêbû.
Hat gotin erdhej herî zêde li bajarê Cagayan û Oroyê hat hîskirin.
Hat ragihand ku di erdhejê da kes nemiriye û tu malan jî zirar nedîtiye û hişyariya tsunamiyê jî nehatiye dayîn.
Li başûrê Girava Okînawaya Japonyayê bi lerza 6,1ê erdhejek çêbû.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê hat dayîn, erdhej li bakurê qeraxên Girava Okînawayê serê sibê çêbû.
Li gor daxuyaniyê erdhej 346 kîlometro ji Nahaya bajarê giravê dûr li bakurê welêt, 257 kîlometro di kûrahiyê da çêbû.
Di erdhejê da tu mirin û zirar çênebû.