Elif Irmak
24 Berfanbar 2020•Rojanekirin: 25 Berfanbar 2020
Li Ermenistanê piştî peymana qebûl dike ku li hember artêşa Azerbeycanê li Qerebaxa Çiyayî têk çûn îmze kir xwepêşandanên protestoyê yên dijî Nîkol Paşînyanê Serokwezîrê Ermenistanê dewam dikin.
Li paytext Erîvanê xwepêşandêrên dijî Paşînyan ji bo nehêlin ku Lijneya Wezîran bixebite dora avahiya Serokwezîriyê rapêçan.
Hêzên ewlehiyê di serî da avahiya Serokwezîriyê li dora sazî û dezgehên kamuyê yên li bajêr tevdîrên ewlehiyê hildan.
Xwepêşandêran rêya derketina ber derê avahiyê girtin û hewl dan nehêlin ku wesayîtên fermî derbas bibin.
Wesayîteke fermî ji nav polêsan derbas bû û ber bi xwepêşandêran va hat.
Xwepêşandêran guleyên berfê avêtin erebeyê û bi gulmistan êrîş kir. Hin xwepêşandêrên hewl dan ku pêşî li wesayîtê bigirin hatin binçavkirin.
Piştî ku Lijneya Wezîran a ku bi serokatiya Paşînyan civiya qediya xwepêşandêr ji dora avahiya Serokwezîriyê veneqetiyan.
Xwepêşandêran li Meydana Komarê kon vedan û bi şev li wir man û xwepêşandana xwe domandin.
- Divê Paşînyan di hepsê da be
Vazgen Manukyanê namzedê serokwezîriyê yê mixalefetê di daxuyaniya xwe da îdia kir ku şerê bi Azerbeycanê ra dewam dike û tenê merhaleya aktîf a şer qediya.
Manukyan diyar kir ku di heyama ku Paşînyan li ser peywirê ma welêt winda kir û da zanîn ew dê ji bo ku bi Azerbeycanê ra sînoran diyar bike dê peymanê bike. Manukyan got "Paşînyan welêt rûxand. Ew sûcdar e û divê di hepsê da be."
Li Ermenistanê gel piştî ku Paşînya qebûl kir ku hember Azerbeycanê têk çû di 10ê sermawezê da dest bi xwepêşandanên protestoyê kiribû.