Zeynep Katre Oran
24 Rêbendan 2026•Rojanekirin: 24 Rêbendan 2026
Hat ragihandin ku li Endonezyayê li eyaleta Cavaya Rojava hezaz çêbû, li gor tesbîtên ewil 8 kes mirin û 82 kes jî winda bûn.
Hezaza ku li herêma Bandunga Rojava piştî barana gur ya ku çend roj e dibare çêbû li cî û waran bû sedema rûxînê.
Herman Suryatmanê rayedarê herêmî ji ajansa Antarayê ra axivî û diyar kir ku ekîbên lêgerîn û xilaskirinê di nav şertên erazî yên dijwar da dixebitin.
Suryatman got, "Ji 113 kesên ku hezazê bandor li wan kir 23 jê sax hatin xilaskirin. Termê 8 kesan hat dîtin. Xebatên ji bo 82 kesên winda dewam dikin."
Rayedaran da zanîn ku di encama hezazê da ji 30yî zêdetir xaniyan zirar dît û hin cî û war jî bi temamî di bin axê da man.