İbrahim Atmaca
23 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 23 Berfanbar 2018
CAKARTA
Hat ragihandin ku li Tengava Sundayê ya Endonezyayê tsunamî çêbû û 62 kes tê da xeniqîn, 584 kes tê da birîndar bûn û 20 kes jî winda ne.
Berdevkê Ajansa Rêvebiriya Afatê ta Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyanî da û diyar kir, li Tengava Sundayê ku dikeve navbera Sumatra û Grava Cavayê, tsunamî çêbû û tê da 62 kes xeniqîn, 584 kes birîndar bûn û 20 kes jî winda ne.
Nugroho destnîşan kir ku herêmên Serang, Pandeglang û Lampungê ji ber ku derdora tengavê ne herî zêde van herêman zirar dît, li Bantena ku dikeve herêma Pandenglangê 430 mal û 9 otel, 10 keştiyên piçûk zirar dîtin.
Saziya Meteorolojî, Îqlim û Jeofîzîkê ya Endonezyayê (BMKG) jî hişyarî da gel ku nêzî qeraxên tengavê nebin.
Her wiha BMKGyê ragihand ku duh bi şev Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatau (Zarokê Krakatau) teqiya û dibe ku piştî teqînê di bin avê da ax şiqitî be û ew jî bûbe sedema tsunamiyê.
Li herêmên ku tsunamiyê lê xist xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin û ji ber ku tsunamiyê li gelek qadên turîstîk da, dibe ku hejmara miriyan zêde be.
Ji ber ku teqîna Çiyayê Agirîn ê Anak Krakatauyê zêde bû di meha îlonê da li herêmê elerim hatibû dayîn.
28ê îlonê da li Kendava Paluyê ya Grava Sulawesiyê bi lerza 7,5an erdhej çêbûbû û piştî erdhejê tsunamî çêbûbû û tê da ji 2 hezarî zêdetir kes miribûn, nêzî 1500î kes winda bûbûn.
Endonezya li ser xeta erdhej û agirîn a "Çembera Agir a Pasîfîkê" ye. Di 26ê berfanbara 2004an da li herêmê erd bi lerza 9,1ê hejiyabû, piştî erdhejê tsunamî rabibû û li tevahiya welatên herêmê 230 hezar kes miribûn.