Li Endonezyayê nimêja Cejna Qurbanê bi beşdariya bi sedan kesan ve hat kirin.
Li Endonezyayê nimêja Cejna Qurbanê îro hat kirin. Nimêj li Mizgefta Îstiqlalê ya ku li Cakartayê ye hat kirin. Ji ber ku di mizgeftê de cî nema welatiyan li kuçeyan sef girt û nimêj kirin.
Serokomar Susilo Yudhoyono jî li heman mizgeftê nimêj kir û cejna welatiyan pîroz kir.
Li Endonezyayê jin jî beşdarî nimêja cejnê bûn. Welatî wek kevneşopî dîsa di cejnê de cil û bergên rengîn li xwe kirin.
- Li Kamerunê cejn
Li Yaounda paytexta Kamerunê jî welatê ber destê sibehê çûn mizgeftan û nimêja Cejna Qurbanê kirin.