26 Adar 2016•Rojanekirin: 26 Adar 2016
KABUL
Hat ragihandin ku teyareyên bêmirov ên DYAyê du êrîş birin ser Helmanda herêma li başûrê Efxanistanê, di êrîşan da 30 milîtanên Talibanê hatin kuştin, 7ê wan hatin birîndarkirin.
Mihemed Resûl Zazaiyê Berdevkê Artêşa Efxan ê li Helmandê got ku teyareyên bêmirov ên DYAyê do nîvro şûnda êrîşî kozikên Talibanê yên li navçeya Marceyê kirin.
Zazaî diyar kir ku di êrîşa ewil da 20 milîtan hatin kuştin û 7 milîtanên Talibanê jî hatin birîndarkirin.
Berdevk Zazaî wiha got: "Di êrîşa cara duduyan da jî êrîşî fabirqeya çêkirina bombeyan a Talibanê kirin, di vê êrîşê da jî 10 milîtan hatin kuştin.
Hat diyarkirin ku di êrîşên ku teyareyên bêmirov ên DYAyê dikinda kesên sivîl nemirin.
Berdevkê Talibanê Qarî Yusuf Ehmedî di daxuyaniya xwe da diyar kir kesên ku di êrîşên teyareyên DYAyê da mirin gişk sivîl in û Talibanê zirar nedît.