Haydar Şahin
29 Adar 2018•Rojanekirin: 29 Adar 2018
AFRİN
Li Efrîna ku bi Operasyona Çiqlê Zeytûnê ji terorîstan hat paqijkirin mehmetçik xebatên lêgerîn û teqîbatê didomînin, di xebatan da tesîsa ku terorîstan lê blokên bêtonê çêdikir û dixistin kozik û her wiha tuneleke 30 mêtreyî dîtin.
Artêşa Tirkiyeyê ji bo li herêmê îstiqrar û ewlehiyê pêk bîne, herêma Efrînê ji endamên PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê paqij bike, gelê dost û bira ji zorbedariya endamên rêxistina terorê xilas bike di 20ê rêbendanê da Operasyona Çiqlê Zeytûnê da destpêkirin û operasyon hê dewam dike.
Di çarçoveya operasyonê da Artêşa Tirkiyeyê Efrîn ji endamên rêxistina terorê paqij kir û nika teqemeniyên ku terorîstan li navçeyê bi cî kirine îmhe dike.
Mehmetçikan di xebatên lêgerîn û teqîbatê da tunel û avahiyên ku endamên rêxistina terorê ava kirine dîtin. Di vê çarçoveyê da tesîsa ku terorîstan lê blokên bêtonê çêdikir û pê kolik û tunel ava dikirin hat dîtin.
Hat tesbîtkirin ku terorîstan li vê derê blokên ji bêtonê çêdikirin û bi blokan va jî tunel û kozik ava dikirin.
- Li navenda navçeyê tunela 30 mêtreyî
Di xebatên lêgerîn û teqîbatê yên li Efrînê da tunela ku 2 avahiyên bi destê terorîstan wekî kozik dihatin bikaranîn digihande hevdu hat dîtin. Dirêjahiya tunelê 30 mêtre ye û hat dîtin ku terorîstan bi bolokên bêtonê tunel ava kirine.
Hêzên ewlekariyê di tunelê da mayîn û teqemeniyan digerin.