KABUL
Li Efganistanê li dijî Talîbanê operasyon hatin kirin, di encama operasyonan de 19 milîtan hatin kuştin.
Serokatiya Parastinê ya Efganistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku leşkerên Efganistanê li bajarên Paktiya û Faryabê operasyonan li dar xist û di encama operasyonan de 19 milîtanên Talîbanê hatin kuştin û 8 milîtan jî hatin qefaltin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku di operasyonan de çek, teqemenî û 23 motosîklet hatin bidestxistin.
Ji bilî vê li bajarê Kunarê Talîbanê li keviya rê teqemenî teqand û di encamê de leşkerekî efgan mir.