Önder Beyter
11 Nîsan 2018•Rojanekirin: 12 Nîsan 2018
EDÎRNE
Edîrne ku bi berhemên xwe yên dîrokî û xwezaya xwe va bajarekî girîng ê welat e, bi laleyên rengbireng ên bêhempa va xemilî.
Laleyên ku bi destê Şaredariya Edîrneyê li ciyên cuda yên bajêr hatin danîn, vekirin.
Laleyên sor, spî, qîç û binefşî reng û nexşeke zindî dan bajêr.
Li Edîrneyê wateyên sembolîk ên laleyê
Li Edîrneyê lale wekî semboleke girîng derdikeve pêşiya mirov. Welatî hin wateyan li laleya serserkî ya li ser mehfilê muezîn ê Mizgefta Selîmiyeyê bar dikin.
Li gorî riwayetekê, qada ku wê lê Mizgefta Selîmiye bihata çêkirin, erdê pîrejinekî bûye û herwiha baxçeyê laleyan bûye. Lêbelê ji bo çêkirina mizgeftê pîrejin pêşiyê nehatiye rê, lê paşê hatiye qanîkirin. Mîmar Sînan jî ji bo nîşaneya pêkutiya pîrejinê laleya serserkî li ser mizgeftê neqişandiye.