NEW YORK
Li New Yorkê trêna rêwiyan ji rê derket, di encamê de 4 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên bidestketî, trêna ku li ser xeta Hûdsonê ya Dezgeha Trênê ya Metro Northê dixebitî û ji aliyê Poûghkeepsîayê ber bi New Yorkê ve diçû di saet 07.00an de ji rê derket.
Di qezayê de ji 8 vagonên trêna rêwiyan 7 vagon ji rayan derketin û hilpekîn ser rê. Piştî qezayê dest bi xebatên lêgerîn û filitandinê hat kirin.
Waliyê New Yorkê Andrew Gûoma, hat cihê bûyerê û lêkolîn kir. Walî, ragihand ku di encama qezayê de 4 kes mirin û 63 kes jî birîndar bûn. Gûoma got ku hejmara rêwiyên di trênê de tam nayê zanîn û ji ber vê yekê jî derbarê hejmara mirî û birîndaran de jimareke qethî nayê dayîn.
Ji ber qezayê gelek seferên trênan hatin rawestin.