WASHINGTON
Li bakurê rojhilatê DYAyê bagera "Herkul"ê rabû û ji ber vê heya niha 9 kes mirin û li paytext Washintonê jî jiyan zehmet e.
Li herêmê duh danê êvarê berfê dest pê kir û heya destê sibê barî. Piştî berfê li bajêr hewa gelekî sar bû û serma di bin sifirê 20 derece ye û leza ba jî di saetekê de gihişte 80 kîlomêtreyî.
Ji ber hewa sar û bagerê li paytextê gelek rêyan cemed girt û ceyran çû. Her wiha li bakurê eyaleta Virginayê şev çeyrana 3 hezar û 700 malî çû û li paytext jî ceyrana hezar û 100 malî hat birîn. Li herêmê dezgehên dewletê dixebitin, lê gelek dibistan hatin tetîlkirin.
Li piraniya welêt ji ber hewayê sefera 2 hezar û 400 balafirê û li paytext Washintonê jî 270 seferên balafirê hatin betalkirin.
Li got texmînan hewayê heya dawiya hefteyê wiha be.