Elif Orhan
30 Hezîran 2016•Rojanekirin: 30 Hezîran 2016
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di bernameya fitarê ya ku li Kulliyeya Serokomariyê hat kirin de rojev nirxand.
Erdogan di axaftina xwe ya vir de diyar kir ku Tirkiye dê tu carî parçe nebe û wiha axivî:
"Dê tu carî nekarin ku welatê me parçe bikin. Ew kesên ku xeyalên wiha dikin wisa difikirin hene. Hûn beredayî hewl didin. Va ye lê binêrin ev hemû operasyonên ku tên kirin ji bo çi tên gotin? Em li van axên welêt de tu carî parçeyekî, parçeyekî ku bi xwîna şehîdên me hatiye avdan nadin, teslîm nakin. Em nadin û nadin, rayeyekî me yê wiha tune."
- "Hûn çi bikin beredayî ye..."
Erdogan bal kişand ku Tirkiye dê teqez bigihêje armancên 2023an û wiha axivî: "Ez bangî wan kesên wisa bawer dikin ku dê ji ser van rêxistinên terorê me tedîb bikin dikim, hûn çi bikin beredayî ye. Ez ji vir radigihînim ku dê Tirkiye teqez bigihêje hedefên 2023an a Tirkiyeyê. Ev der meqamê Serokomariyê"
- "Çi gunehê van mirovan hebû?"
Erdogan der heqê êrîşa terorê ya ku li Balafirgeha Ataturkê hat kirin de wiha axivî:
"Niha van hat Yeşîlkoy bombebaran kirin, çi gunehê wan mirovan hebû? Zarok, jin, kal û pîr... Welatî û biyanî hene. Çi gunehê van mirovên sivîl hebûn? Tu aliyekî îslamî yê vê yekê heye gelo? Nexêr. Yaw ev misilmanên çi ne? Ev dê biçin dojehê. Van li dijehê ciheê xwe amade kirine. Dînê me dibêje ku 'Sedembûna mirina kesekî wekî sedembûna mirina hemû mirovahiyê ye." Hûn çawa dikarin ku tiştekî wiha bikin."
-"Felaketa eslîn a Tirkiyeyê ew e ku dev ji hedefên xwe berde"
Erdogan girîngiya gihaştina hedefên Tirkiyeyê destnîşan kir û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Felaketa esil a Tirkiyeyê ev bûyerên terorê nîne, ya esil ew e ku dev ji îdeal û armancên xwe berde. Va ye em dev ji vê bernadin. Em ê gelê xwe bi felaketekî wiha re rû bi rû nehêlin. Bi vê wesîleyê di serî de kesên ku duh li Stenbolê mirinXwedê rehma xwe li hemû şehîdên me yên ku di bûyerên terorê de mirin bike, serê malbatên wan sax be û Xwedê şifaya xêrê bide birîndaran."
- "Divê Tirkiye jî Rûsya jî Îsraîl jî qezenc bike"
Erdogan bal kişand ku ji bo başkirina têkiliyên bi Îsraîlê re yên ku piştî êrîşa keştiya Mavî Marmarayê xira bûn pêngavên girîng avêtin û xwest ku pêngavên ku hatin avêtin ji bo gelê tirk û filîstîniyan bi xêr be.
Erdogan destnîşan kir ku pêngavên ku di têkiliyên dualî de tên avêtin girêdayî destbiketiyên gel in û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Lê belê divê ez vir daxuyaniyek bidim, heke em wek Komara Tirkiyeyê pêngavek diavêjin bila bê zanin ku ev pêngav her dem pêngavekî girêdayî qezenckirina gelan e. Me tu carî tu pêngavê yek alî neavêt. Me her dem van pêngavan li gor esasa qezenc bike- qezenc bike ev pêngav avêtine. Ango divê Tirkiye jî qezenc bike, Rûsya jî qezenc bike, Tirkiye jî qezenc bike û Îsraîl jî qezenc bike."