İbrahim Atmaca
29 Îlon 2020•Rojanekirin: 01 Cotmeh 2020
Li tevahiya dinyayê hejmara kesên ku şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ya li Wuxana bajarê Hubeiya eyaleta Çînê derket û kişiya wan, ji 33 milyon û 552 hezarî derbas bû.
Li gor "Worldometer"a malpera înternetê ya ku agahiyên li ser Kovîd-19ê berhev dike, li tevahiya dinyayê heta niha milyonek û 6 hezar û 381 kes ji ber şewbê mirin.
Jimara pêketiyan derket 33 milyon û 552 hezar û 625an, 24 milyon û 881 hezar û 239 kesên ku vîrus kişiyabû wan jî qenc bûn. Li ser rûyê dinyayê 7 milyon û 665 hezar û 5 kesên ku vîrus kişiyaye wan û tedawiya wan hê dewam dike, hene.
Welatê ku mirin û pêketiyên wê herî zêde ne, Amerîka ye. Li Amerîkayê hejmara pêketiyan derket 7 milyon û 361 hezar û 611an û ji ber şewbê heta niha 209 hezar û 808 kes jî mirin.
Ji bilî Amerîkayê welatên ku ji 300 hezarî zêdetir pêketiyên Kovîd-19ê lê hene ev in:
"Hindistan (6 milyon û 145 hezar û 291), Brezilya (4 milyon û 748 hezar û 327), Rusya (milyonek û 159 hezar û 573), Kolombiya (818 hezar û 203), Peru (808 hezar û 714), Îspanya (748 hezar û 266), Meksîka (733 hezar û 717), Arjantîn (723 hezar û 132), Afrîkaya Başûr (671 hezar û 669), Fransa (542 hezar û 639), Şîlî (459 hezar û 671), Îran (449 hezar û 960), Îngiltere (439 hezar û 13), Bangladeş (360 hezar û 555), Iraq (353 hezar û 566) Erebistana Siûdî (333 hezar û 648), Tirkiye (315 hezar û 845), Pakistan (311 hezar û 516), Îtalya (311 hezar û 364) û Fîlîpîn (307 hezar û 288)."
Ji bilî Amerîkayê welatên ku jimara miriyan ji 10 hezarî derbas dibe wiha ne:
"Brezîlya (142 hezar û 161), Hindistan (96 hezar û 351), Meksîka (76 hezar û 603), Îngiltere (42 hezar û 1), Îtalya (35 hezar û 851), Peru (32 hezar û 324), Fransa (31 hezar û 808), Îspanya (31 hezar û 411), Îran (25 hezar û 779), Kolombiya (25 hezar û 641), Rûsya (20 hezar û 385), Afrîkaya Başûr (16 hezar û 586), Arjantîn (16 hezar û 113), Şîlî (12 hezar û 698), Ekvador (11 hezar û 280) û Endonezya (10 hezar û 473)."