Elif Irmak
29 Îlon 2020•Rojanekirin: 29 Îlon 2020
Li Romanyayê di hilbijartinên herêmî yên ku dawiya hefteyê hatin kirin da namzedê ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mir wek şaredar hat hilbijartin.
Li gor nûçeya BBCyê Ion Alîmanê namzedê Partiya Demokrat a Civakî (PSD) yê ku cara sêyem bû namzedê şaredariyê li gundê Devesuluya li başûrê Romanyayê ji sedî 64ê dengan hilda û bi ser ket.
Rayedaran eşkere kir nekarîbûne ku navê Alîmanê ku di 15ê îlonê da li Bukreşê ji ber Kovîd-19ê mir ji pisûleyên dengan derxînin.
Hat diyarkirin ku li gundê Devesuluyê dê ji bo şaredariyê ji nû va hilbijartin bê kirin.
Di çapemeniya civakî da cî dan dîmenên ku gora Alîman ziyaret dikin.
Gundiyekî di daxuyaniya xwe ya ji bi qenaleke herêmî da ji bo Alîman wiha axivî: "Li aliyê gundiyan bû, hember hemû qanûnan rêzdar bû. Ez wisa bawer dikim ku em ê cardin şaredarekî wiha nebînin."