Dinya, Koronavîrus

Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 60 milyonî derbas bû

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 60 milyonî derbas bû.

Türkan Tosun  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
Li dinyayê hejmara pêketiyên Kovîd-19ê ji 60 milyonî derbas bû

Ankara

Li dinyayê hejmara kesên bi vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ketin ji 60 milyonî derbas bû.

Li gor daneyên "Worldometers"a malpera daneyên Kovîd-19ê yên welat û herêman berhev dike, hejmara kesên ji ber Kovîd-19ê ya ji Wuhana bajarê Hubeya eyaleta Çînê derket holê û li dinyayê belav bû mirin bû 60 milyon û 108 hezar û 193.

Li Amerîkayê di 12 milyon û 956 hezar û 783 kesan da vîrus hat tesbîtkirin, piştî wê li Hindistanê 9 milyon û 222 hezar û 216 kes, li Brezîlyayê 6 milyon û 121 hezar û 449 kes, li Fransayê 2 milyon û 153 hezar û 815 kes, li Rûsyayê 2 milyon û 138 hezar û 828 kes, li Îspanyayê milyonek û 614 hezar û 126 kes, li Îngiltereyê milyonek û 538 hezar û 794 kes, li Îtalyayê milyonek û 455 hezar û 22 kes li Arjantînê milyonek û 381 hezar û 795 kes, li Kolombiyayê milyonek û 262 hezar û 494 kes, li Meksîkayê jî milyonek û 60 hezar û 152 kes bi vîrusê ketin.

Li seranserê dinyayê ji ber Kovîd-19ê milyonek û 414 hezar û 925 kes mirin, 41 milyon û 556 hezar û 897 kes jî ji vîrusê filitîn û baş bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın