Ali Kemal Zerenli, Halis Kalkan, Burhan Ateş
29 Gulan 2026•Rojanekirin: 29 Gulan 2026
Barana zêde bandoreke neyînî li ser Hatayê kir.
Li navçeyên Dortyol û Hassayê yên Hatayê barana zêde bû sedema rabûna ava hin çem û robaran.
Ji ber baranê xanî û baxçe di bin avê da man.
Xanî, gom û baxçe jî ji ber lehiyê zirar dîtin û hin wesayît jî bi xwe ra birin.
Ekîbên şaredariyê yên navçeyên Hassa û Dortyolê li deverên ku ji lehiyê bandor bûne dest bi xebatê kirine.