Dinya, Koronavîrus

Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 60 milyon û 108 hezarî derbas bû

Li dinyayê jimara nexweşên tedawiya wan dewam dike ji 17 milyonî derbas bû

Elif Irmak  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 25.11.2020
Li tevahiya dinyayê jimara pêketiyên Kovîd-19ê ji 60 milyon û 108 hezarî derbas bû

Ankara

 Li tevahiya dinyayê jimara waqieyên di şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da hatin tesbîtkirin ji 60 milyon û 108 hezarî derbas bû.

Li gor malpera "Worldometer" a ku daneyên rojane yên li welat û herêmên lê Kovîd-19 tê dîtin berhev dike li tevahiya dinyayê ji ber vîrusê milyonek û 414 hezar û 925 kes ji ber vîrusê mirin.

Jimara waqieyan derket 60 milyon û 108 hezar û 193yan, 41 milyon û 556 hezar û 897 pêketiyên vîrusê baş bûn.

Li Amerîkaya ku herî zêde waqie lê hatin dîtin da bi 12 milyon û 956 hezar û 783 kesan ra Kovîd-19 hat tesbîtkirin, ji ber şewbê 265 hezar û 943 kes mirin.

Digel Amerîkayê welatên ku jimara waqieyan ji 500 hezarî derbas bûne ev in:

"Hindistan (9 milyon û 222 hezar û 216), Brezîlya (6 milyon û 121 hezar û 449), Fransa (2 milyon û 153 hezar û 815), Rûsya (2 milyon û 138 hezar û 828), Îspanya (Milyonek û 614 hezar û 126), Îngiltere (Milyonek û 538 hezar û 794), Îtalya (Milyonek û 455 hezar û 22), Arjantîn (Milyonek û 381 hezar û 795), Kolombiya (Milyonek û 262 hezar û 494), Meksîka (Milyonek û 60 hezar û 152), Almanya (962 hezar û 906) Peru (952 hezar û 439), Polonya (909 hezar û 66), Îran (880 hezar û 542), Afrîkaya Başûr (772 hezar û 252), Ukrayna (647 hezar û 976), Belçîka (561 hezar û 803), Şilî (543 hzar û 87), Iraq (539 hezar û 749) , Endonezya (506 hezar û 302) û Çekya (502 hezar û 534).”

Digel Amerîkayê welatên ku jimara mirinên ji ber vîrusê ji 10 hezarî derbas bû ev in:

"Brezîlya (170 hezar û 179), Hindistan (134 hezar û 743), Meksîka (102 hezar û 739), Îngiltere (55 hezar û 838), Îtalya (51 hezar û 306), Fransa (50 hezar û 237), Îran (45 hezar û 738), Îspanya (43 hezar û 668), Arjantîn (37 hezar û 432), Rûsya (37 hezar û 31), Perû (35 hezar û 685), Kolombiya (35 hezar û 677), Afrîkaya Başûr (21 hezar û 83), Endonezya (16 hezar û 111), Belçîka (15 hezar û 938), Şilî (15 hezar û 131), Almanya (14 hezar û 965), Polonya (14 hezar û 314), Ekvador (13 hezar û 264), Tirkiye (12 hezar û 672), Iraq (12 hezar û 31), Kanada (11 hezar û 618), Ukrayna (11 hezar û 263) û Romanya (10 hezar û 373).”

- Li dinyayê jimara nexweşên ku tedawiya wan dewam dike ji 17 milyonî derbas bû

Li tevahiya dinyayê jimara kesên ku tedawiya Kovîd-19ê dibînin derket 17 milyon û 136 hezar û 371ê.

Bi 17 milyon û 32 hezar û 893 kesên tên dermankirin ra nîşaneyên nexweşiyê sivik in, xetereya jiyana 103 hezar û 478 kesan heye.

Zêdebûna nexweşên tên dermankirin barê li ser pergala tenduristiyê ya welatan zêde dike.

Vîrusa Kovîd-19ê ya ku di kanûna pêşîn a 2019an da li Vuhana bajarê Çînê derket holê belavî ji 200î zêdetir welat û herêmê bû û guherî pandemiyê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın