Önder Beyter
14 Adar 2018•Rojanekirin: 15 Adar 2018
ÎDLIB
Rejima Beşar Esed li dijî cihûwarên sivîl ên li herêma kêmkirina şer Îdliba Sûriyeyê êrîşa asîmanî pêk anî, 5 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn.
Midûrê Dezgeha Parastina Sivîlan a Îdlibê Mistefa Yûsif Hec di daaxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da wiha got, "Danê êvarê li parêzgeha Îdlibê di êrîşa asîmanî ya dijî cihûwarên sivîl da 5 sivîl hatin kuştin, 15 sivîl jî birîndar bûn."
Balafirên şer ên rejima Esed îro li dijî navenda parêzgeha Îdlibê û li dijî herêmên Bînnîş, Maaret Misrîn û Ram Hamdanê êrîşên asîmanî pêk anîn.
Ekîbên Parastina Sivîlan diyar kir ku êrîşên asîmanî dewam dikin û dibe ku hejmara kuştiyan zêde be.
KENYê di 24ê sibatê da Xûtaya Rojhilat di serî da xwestibû ku li tevahiya Sûriyeyê ji bo sivîlan agirbesta mirovî were ragihandin. Lêbelê agirbesta ku diviyabû "desmildest" bê bicihkirin, nehatibû pêkanîn.