PEKÎN
Li Pekîna paytextê Çînê bi hezaran misilmanan nimêja xwe ya eydê li Mizgefta Nîucîeyê kirin.
Li Pekînê eyd îro hat pîrozkirin û nimêja eydê jî serê sibê hat kirin. Piştî nimêjê li hewşa mizgeftê xwarin û vexwarin hatin îkram kirin û ji bo ku fître û zekat bên dayîn stand hatin vekirin.
Mizgefta Nîucieyê li Pekînê ji yek wan cihên dîrokî û turîstîk e. Mizgeft di dema Siltan Abdulhamîtê 2yemîn de wek Zanîngeha Hamîdiyeyê ya Pekînê dihat binavkirin.
Li gor dîrokê mizgeft di sala 996an de di dema xanedaniya Lîaoyê de li gor mîmariya Çînê hatiye çêkirin. Mizgefta Nîucîeyê li ser 6 hezar mêtrokareyê ye û heta îro gelek caran hatiye nûkirin.
Li Çînê 56 kêmjimar hene û ji van ji sedî 10 misilman in.