DIYALA
Hat ragihandin ku li Diyalaya bajarê Iraqê bi wesaîteke bombebarkirî va êrîş hat kirin, 100 kes mirin û 140 kes jî birîndar bûn.
Serokê Komîteya Emniyeta Bajarê Diyalayê Sadik El Huseynî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma Benî Saadê bi wesaîteke bombebarkirî va êrîşî bazarê kirin, di êrîşê da 100 kes mirin, 140 kes jî birîndar bûn.
Huseynî got ku li der û dora cihê ku êrîş lê hat kirin xesar gihîşt wesaît û dikanan.
Ji ber li Iraqê kêmasiya ewlehiyê heye, li gelek bajaran her tim bûyerên şîdetê û êrîşên bibombe tên kirin.