HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî diyar kir ku divê hilbijartina serokatiya herêmî ya ku Yekîtiya Niştimanî Kurdistan (YNK) û Tevgera Goranê kirine mijara nîqaşê ji aliyê gel ve bê kirin.
Barzanî bi fermandarên pêşmergeyan ên li Kerkûkê re hat bal hev. Civîn ji bo çapemeniyê girtî hat kirin. Der barê civînê de ji ser malpera fermî ya HKIyê daxuyanî hat dayîn û destnîşan kirin ku divê hilbijartina serokatiyê ji aliyê gel ve bê kirin û wiha hat gotin: "Çavkaniya îqtidarê gel e. Yê ku dê biryara dawî bide dîsa gel e. Partî amûrên wisa ne ku tenê ji bo xizmetê ne. Berjewendiyên gel û welatiyên me ser her tiştê re ne."
Barzanî ji pêşmerge xwest ku di tesîra berberiya di navbera partiyên siyasî de nemînin. Barzanî qal kir ku divê dawî li êşa ku bi êrîşên DAEŞê re destpêkirin, bên.
Hilbijartina serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê ji aliyê gel ve tê kirin. Lê belê YNK û Tevgera Goran dixwazin ku hilbijartina serokatiyê ji aliyê parlementoyê ve bê kirin. Her du partiyan ji bo vê pêşnûmaya qanûnê amade kirin û pêşkêşî Serokatiya Parlementoya HKIyê kirin. YNK û Goran dixwazin ku gelek rayeyên di destê Barzanî de bidin hikûmet û parlementoyê. Barzanî û partiya wî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî vê hemleya YNK û Goranê derdikevin.