Fatih Gazioğlu
01 Hezîran 2018•Rojanekirin: 02 Hezîran 2018
CAKARTA
Çiyayê Agirîn Merapiyê yê ku li Cavaya girava Endonezyayê teqiya.
Li gor daxuyaniya ku ji Navenda Volkanolojî û Kêmkirina Afatê ya Jeolojîk (PVMBG) hat dayîn, Çiyayê Agirîn Merapiyê yê ku di nav sînorê bajarê Yogyakartayê de teqiya û xwelî û dûyê ji çiyê derket gihîşte 6 kîlometre bilindahiyê.
Berdevkê Ajansa Rêveberiya Afatê ya Neteweyî (BNPB) Sutopo Purwo Nugroho daxuyaniyek da û got ku xwelî û dûyê ku ji çiyê belav dibe hê tu zirar nedaye firînên Balafirgeha Adîsutjîptoyê.
Nugroho got divê bi qasî 3 kîlometreyî derûdora çiyê were xalîkirin.
Çiyayê Agirîn Merapiyê ji erdê 2 hezar û 968 mêtro bilind e. Çiya di sala 2010an de dîsa teqiyabû û di encamê de 347 kes miribûn.
Li Endonezyayê 130 çiyayên agirîn yên aktîf hene.