Türkan Tosun
22 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
CHICAGO
Li Chicagoya bajarê Amerîkayê Cejna Cazûyan (Halloween) hat pîrozkirin.
Meşa ku ji bo pîrozkirina cejnê hat li dar xistin li ser kolana Columbusê çêbû. Mijara meşê "Li esîman û di bin behrê da" hat diyarkirin.
Bi sedan kes bi cil û bergên cuda û makyajên xwe yên rengîn va beşdarî meşê bûn. Beriya meşê û piştî wê partiyên Halloweenê çêbûn, amerîkiyan di van partiyan de şahî kirin.
Polêsan tevdîrên ewlehiyê dîtin û rêyên diçin Parka Mîllenmîumê ji çûyîn û hatinê re hatin girtin.
Di gelek televizyonan de meşa li Chicagoyê bi zindî hat weşandin.