Önder Beyter
25 Mijdar 2018•Rojanekirin: 25 Mijdar 2018
SRINAGAR
Li Camu Keşmîra herêma Hindistanê di navbera hêzên ewlekariyê û berxwedêran da pevçûn derket, 6 berxwedêr û eskerekî Hindistanê hatin kuştin.
Ji artêşa Hindistanê Albay Rajesh Kalia diyar kir ku hêzên ewlekariyê milê başûr li herêma Shopianê gundek dorpêç kir ku di encamê da bi berxwedêran ra bi hev çûn. Kalia diyar kir ku di pevçûnê da 6 berxwedêr û eskerekî Hind hatin kuştin, eskerek jî birîndar bû.
Hat ragihandin ku ji xelkê deverê bi sedan kes hatin ciyê şer da ku piştgiriyê bidin berxwedêran. Herwiha li vê derê hêzên ewlekariyê midaxaleyî xwepêşandêran kirin û 2 kes birîndar bûn.
Li herêma Bijbeihara Anantnag a Camu Keşmîrê roja înê di operasyona hêzên ewlekariyê da pevçûn derketibû û 6 berxwedêr hatibûn kuştin.
- Pirsgirêka Keşmîrê
Îngiltere di sala 1974an da dema ji Hindistanê derket wê demê Keşmîr bi mîrîtiyê dihat birêvabirin û di mijara hilbijartina alî da ew serbest hişt. Keşmir jî ji Hindistan û Pakistanê kîjanî bixwesta dikaribû derbasî wî aliyî bibe. Mîrektiyên wê demê bi piranî li gor nijad û baweriyên xwe aliyên xwe hilbijartin û Mîrê Cammû Keşmîrê yê wê demê di cotmeha sala 1947an da Keşmîra ku ji sedî 90 xelqê wê misilman bû da ser Hindistanê. Gelê misilman ê Kaşmîrê jî li dijî vê biryarê derket û li ser vê jî Pakistanê eskerên xwe şand herêmê. Li ser vê di navbera herdu welatan da cara ewil şer di sala 1947an da derket. Herwiha di navbera herdu welatan da ji ber heman sedemê cardin di 1965 û 1999an da şer derket.
Niha ji sedî 45ê herêma Keşmîrê di bin kontrola Hindistanê da, ji sedî 35ê wê di bin kontrola Pakistanê da û ji sedî 20 jî di bin kontrola Çînê da ye. Qismê Keşmîra ku di bin kontrola Pakistanê da ye bi navê "Keşmîra Azad" û qismê ku di bin kontrola Hindistanê da ye jî bi navê "Cammû Keşmîr" tê zanîn. Li Hindistanê misilman herî zêde li herêma "Cammû Keşmîr"ê ne.
Di sala 1948an da Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) biryarek da ku bila li herêma Keşmîrê esker nemînin û li herêmê referandum bê kirin. Hindistanê Keşmîra di bin kontrola Pakistanê da wek axa xwe îlan kir lê Pakistanê û şêniyên Keşmîrê jî xwestin ku referanduma KENY wek heqek dabû bê sepandin.