Fatih Gazioğlu
23 Tebax 2019•Rojanekirin: 24 Tebax 2019
Li Cakartaya paytextê Endonezyayê rayedaran ji ber xetereya hişkahiyê bangî gel kir ku di emilandina avê da teserûf bikin .
Li gor nûçeya rojnameya Republîkayê, Waliyê Cakartayê Anîes Baswedan got ku ji ber rîska hişkahiyê meteorolijiyê hişyarî daye wan.
Li ser vê Walî Baswedan bangî gel kir û got ku bila gel avê zêde bi kar neynin û ji avê teserûfê bike.
Walî Baswedan got ku ji bo teserûfê divê drenajên avê baş werin bikaranîn da ku bikaribin ji ava emilandî dîsa sûd werbigirin.
Rayedarên Saziya Meteorolojî, Avûhewa û Jeofizîkê ya Endonezyayê (BMKG) daxuyanî dabûn û gotibûn li paytext Cakartayê û Bantenê heta 10 rojan baranê nebare û ji ber vê dibe ku pirsgirêka ava paqij derkeve holê.