Dinya

Dîroknasên Îsraîlî ji bo Tirkiyeyê reş bikin pirtûk nivîsîn

Di pirtûka bi destê dîroknasên Îsraîlî hat nivîsandin a bi navê "The Thirty-Year Genocide: Turkey's Destruction of Its Christian Minorities 1894-1924" da bi zanatî li dijî Tirkiyeyê rûreşî hat kirin

Haydar Şahin  | 23.08.2019 - Rojanekırın : 24.08.2019
Dîroknasên Îsraîlî ji bo Tirkiyeyê reş bikin pirtûk nivîsîn

Ankara

Di pirtûka bi destê dîroknasên Îsraîlî hat nivîsandin a bi navê "The Thirty-Year Genocide: Turkey's Destruction of Its Christian Minorities 1894-1924" (Nijadkujiya 30 salan: Bi Destê Tirkiyeyê Îmhekirina Kêmneteweyên Xiristiyan 1894-1924) da bi zanatî li dijî Tirkiyeyê rûreşî hat kirin.

Di pirtûka bi destê Profesor Dror Ze'eviyê Hîndekarê beşa Lêkolînên Rojhilata Anvîn a Zanîngeha Ben Gurîonê û Benny Morrisê xwe wekî siyonîst didin nasîn hat nivîsandin û bi destê Weşanxaneya Zanîngeha Harvardê hat weşandin da cî dan îdiayên yekalî yên ji bo propagandayê.

Di vê pirtûkê da hat îdiakirin ku Împaratoriya Osmaniyan û hikûmeta Meclisa Tirkiyeyê di navbera salên 1894 û 1924an da 4 milyon Ermenî, Rûm û Asûrî kuştin û nijadkujî kirin. Tişta balê dikişîne jî ew e ku dema pirtûk amade kirine jî îdiayên nivîskarên wekî Raymond Kevorkian, Taner Akçam, Donald Bloxham, Fuat Dundar û Grigoris Balakianê Ermenî yan jî aligirên Ermeniyan çavkanî nîşan dane.

Di pirtûkê da ji aliyekî va îdiayên Ermeniyan ên ji bo bûyerên 1915an hatine nirxandin û qet cî nedane çavkaniyên Meclisa Mebûsan a Osmaniyan, zeptên Meclisa Tirkiyeyê, serpêhatiyên serokên eskerî û siyasî yên Tirk û çapemeniya Osmaniyan û Tirkiyeyê. Wekî mayîn çavkaniyên Arşîva Osmaniyan jî kêm hatine nîşandan.

Hat dîtin ku çavkaniyên arşîvê yên bi destê nivîskaran hatine bikaranîn jî qismên wan dixin nakokiyê qet nehatine bikaranîn.

- Di pirtûkê da cî nedane alîkariyên Cemal Paşayê Fermandar dabû Ermeniyan

Di pirtûkê da tê îdiakirin ku "Tirk dixebitin ku li Anadoluyê cimaetên xeyrîmislîm ên Ermanî, Rûm û Asûrî îmhe bikin" lêbelê qet qala cimaeta kêmnetewe ya Cihû ku qet zirar nedîtiye jî nakin û nabêjin çima zirar nedîtine.

Dîsa tê dîtin ku qasî ku têrê dike di pirtûkê da cî nedane Cemal Paşayê ku di navbera 1914-1917an da li Sûriyeyê alîkarî dabû Ermeniyan.

- Benny Morrisê nivîskarê siyonîst bi daxuyaniyên skandal tê zanîn

Benny Morrisê siyonîst ê ji nivîskarên pirtûkê di sala 2004an da daxuyanî dabû rojnameya Haaretzê û ji bo 700 hezar welatiyên Filistînê yên di bûyerên 1948an da bi zorê hatibûn sirgûnkirin gotibû, "Heke koka wan nehata qelandin îro nikaribûn li vê derê dewleta Cihûyan ava bikin. Hetanî hêkê neşkênin hûn nikarin qeyxaneyê çêbikin, dibê destê we qirêj bibe."

Morris gotibû bawer dike ku dibê wê çaxê ji vê zêdetir welatiyên Filistînê bihatina sirgûnkirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın