Dinya

Amerîkayê piştgiriya lojistîk da baregehên xwe yên li Sûriyeyê

Amerîkayê kêmzêde bi 60 tirî va sewqiyata lojistîkê bir baregehên xwe yên li herêmên YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê dagir kiriye

Haydar Şahin  | 23.08.2019 - Rojanekırın : 24.08.2019
Amerîkayê piştgiriya lojistîk da baregehên xwe yên li Sûriyeyê

Ankara

Amerîkayê kêmzêde bi 60 tirî va sewqiyata lojistîkê bir baregehên xwe yên li herêmên YPG/PKKya rêxistina terorê li Sûriyeyê dagir kiriye.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, konvoya ji 60 tirî pêk tê duh êvarê ji deriyê sînor ê Sêmalkayê yê li sînorê Sûriyeyê û Iraqê ra derbasî Sûriyeyê bû.

Hat dîtin ku di konvoyê da xaniyên prefabrîk, blokên betan û wesayîtên dirêj hene.

Çavkaniyan gotin ku tir çûn baregehên Amerîkayê yên li herêmên YPG/PKKyê dagir kirine.

Amerîka ji sala 2015an vir da têkoşîna dijî DEAŞê wekî hincet nîşan dide û piştgiriya eskerî dide YPG/PKKyê. Nika 18 baregeh û ciyên eskerî û 2 hezar personelên Amerîkayê li wê herêmê hene.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın