SARAYBOSNA
Dengdêrên Bosna Hersekî piştî Peymana Aştiya Daytonê cara 7emîn ji bo hilbijartinên serokê devletê û parlamentoyê çûn ser sindoqan.
Li welêt bi tevahî 3 milyon û 278 hezar û 908 dengdêr hene. Ji bo hilbijartina serokê dewletê û parlementoyê li 5 hezar û 401 cihan dê deng bên bikararîn.
Di hilbijartinê de 65 partiyên sîyasî, 24 namzedên serbixwe û 24 koalisyon cih digrin. 7 hezar û 748 namzed ji bo têkevin nav 813 parlalenteran hewl didin.
Komîsyona Hilbijartinê ya Navendê ya Bosna Hersekê encamên ewil yên ne fermî dê nivê şevê eşkere bike.