Şerife Çetin
26 Sibat 2024•Rojanekirin: 26 Sibat 2024
NEW YORK (AA) - Hat ragihandin li ber Balyozxaneya Washîngtonê ya Îsraîlê kesekî xwe şewitand.
Nûçegihanê AAyê der barê mijarê da ji rayedarê Şaxa Tenduristiya Bilez û Agirkujê ya Washîntgonê agahî hilda.
Rayedar diyar kir ku li gorî saeta herêmî di dora saet 13.00î da îxbarek gihîştiye ekîbên agirkujê.
Rayedar daxuyand hatiye gotin ku mêrikekî li ber avahiyê Balyozxaneya Washîngtonê ya Îsraîlê xwe şewitandiye û wiha got: "Dema em hatin cihê bûyerê me dît ku xebatkarên şaxa veşartî ya bi unîforma şewat vemirandiye."
Rayedar got kesê ku xwe şewitandiye rakirine nexweşxaneyê û ji ber birînên wî yên giran rewşa wî nebaş e, lê der barê nasname û têkiliyên vî kesî da agahî nedan.