Haydar Şahin
11 Tebax 2019•Rojanekirin: 12 Tebax 2019
Mislimanên li Bansamoroya Herêma Xweser a li Filipînê dijîn ji bo eydê gelekî şa bûn.
Li Cotabatoya (peytextê herêmê) li Girava Mîndanaoyê ya Mislimanên Moro lê dijîn di roja ewil a Eyda Qurbanê da li mizgeft, mescid û îbadetxaneyan nimêja eydê kirin.

Dildarên saziyên civaka sivîl ên ji bo eydê ji Tirkiyeyê hatibûn jî bi Mislimanên herêmê ra nimêja xwe kirin. Mislimanan hevdu hembêz kirin, eyda hev pîroz kirin, çîkolate û şekir belav kirin.