21 Adar 2018•Rojanekirin: 21 Adar 2018
HAKKARÎ
Artêşa Tirkiyeyê li bakurê Iraqê di operasyonên dijî kampên PKKa rêxistina terorî da 8 endamên rêxistinê ku amadehiya êrişê dikirin berteref kir.
Li gor agahiyên çavkaniyên ewlehiyê operasyonên dijî rêxistina terorî dewam dikin.
Hat destnîşankirin li Xakurka herêma bakurê Iraqê di operasyona esmanî da 8 endamên rêxistinê ku amadehiya êrişê dikirin hatin berterefkirin û di operasyona ku ji 10ê adarê vir va tê kirin hejmara endamên hatine berterefkirin derket 38an.
- Şikefta wek depo dihat emilandin hat îmhakirin
Li gor agahiyan di operasyonê da şikefteke wek depo dihat emilandin hat tesbîtkirin.
Di lêgerîna di şikeftê da 500 kîlo xwê, 10 kîlo somaq, 6 telîs çay, tonek şekir, 250 kîlo savar, hezar pakêt miqarne, 30 telîs arvan, 250 litre rûn, 50 teneke penêr, 20 teneke zeytûn, 800 qutî helaw, 100 teneke salça, 15 jelîkan mazot, 10 taxim cil û bergên ser berfê, 10 sîwan, 3 hiltî, 50 lambe, makîneyeke wêneyan, 8 maskeyên xazê, pergaleke bêtêlê, 400 funye, 2 çenteyên tenduristiyê, peykek, televizyonek, 100 CD, 2 telîs amûrên rêxistinî, 5 telîs pedên jinan, 4 tûp, 300 mêtro qablo, 4 aku û cebilxane hat dîtin.
Melzemeyên hatin qefaltin li herêmê hatin îmhakirin.
Hat diyarkirin li herêma operasyonê heta niha 15 şikeft û 30 sitargeh hatine îmhekirin.