Elif Orhan
26 Nîsan 2016•Rojanekirin: 27 Nîsan 2016
ANKARA
Hat ragihandin ku li bakurê Helebê rampayên DAEŞê yên ku 12 kîlometro dûrî sînor, 26 kîlometro jî dûrî Kilîsê ye û amadeyê gulebaranê ye hat îmhakirin, li avahiyekî rêxistinê xistin û 11 endamên rêxistina terorê hatin kuştin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên ewlehiyê hatin bidestxistin li bakurê Helebê bi balafirên bêmirov (ÎHA) keşif hat kirin, du rampayên fuzeyê yên ku 12 kîlometro dûrî sînor û 26 kîlometro dûrî Kilîsê ye yên mensûbên DAEŞa rêxistina terorê yên ku ji bo gulebaranê amade ye, hatin tespîtkirin.
Piştî ku dîmen hatin kişandin bi obusên "Firtina"yê gule berdan cihê ku rampaya fuzeyê lê ye. Rampayên fuzeyê yên li qada ku gelekî hat bombebarankirin, hatin îmhakirin. 11 endamên DAEŞa rêxistina terorê yên ku li gel rampayan bûn hatin kuştin.
Di encama gulebaranê de avahiya 3 qatî ya ku DAEŞa rêxistina terorê bi kar tîne tep bû. Der heqê rewşa endamên rêxistinê yên di avahiyê de tu agahî nehat hildan.