Mehmet Nuri Uçar
01 Îlon 2024•Rojanekirin: 02 Îlon 2024
Li Filistînê li bajarê El Xelîlê ya Şerîeya Rojava ya dagirkirî di êrîşa çekdarî da 3 polêsên Îsraîlê hatin kuştin.
Li gorî nûçeya rojnameya Maarîvê ya ku bi Îbrankî weşanê dike, li bajaroka Terkumyayê ya li ser bajarê El Xelîlê ya li başûrê Şerîeya Rojava, li dijî wesayîteke polêsên Îsraîlê ji wesayîteke din êrîşa çekdarî hat kirin.
Di êrîşê da 3 polêsên Îsraîlê hatin kuştin.
Êrîşkar ji cihê bûyerê reviyan.
Polêsên Îsraîlê ji bo ku êrîşkar bên dîtin lêgerîneke berfireh dikin.