Ruslan Rehimov
01 Îlon 2024•Rojanekirin: 03 Îlon 2024
Li Azerbeycanê ji bo hilbijartina parlamenteran dengdayînê bi dema herêmî di saet 08.00an da dest pê kir.
Ji bo neqandina endamên Meclisa Neteweyî, Azerbeycanî ji bo cara 7em diçin ser sandoqan.
Li welatê ku 6 milyon û 421 hezar dengdêrên qeydkirî hene, ji bo 125 sandalyeyan 990 namzed di milmilaneyê da ne.
Dengdayîn bi dema herêmî dê heya saet 19.00an bidome. Tê pêşbînîkirin, endamên nefermî dê îşev bên ragihandin.
- Li herêmên ji dagiriyê rizgar bûn jî sandoq hatin danîn
Li Herêmên ku Azerbeycanê ji dagiriya Ermenistanê rizgar kirin jî sandoq hatin danîn. Bi vî awayî piştî 30 salan cara ewil li ser hemû xaka Azerbeycanê hilbijartina parlamenteriyê tê kirin.
Li Şûşayê ku bajarê sembol ê Qerebaxê ye, li Xankendiyê ku demekê rêveberiya Ermenî wekî "paytext" ragihandibû, li Xocali, Xocawend, Axdere, Axdam, Cebraîl, Fûzûlî, Zengilan, Qubadli, Laçîn û Kelbajarê zêdeyî 42 hezarî dengdêr dê ray bidin.
- Hilbijartin bi pêş da şiqitandibûn
Meclisa Neteweyî ya Azerbeycanê ji ber ku welat dê di 11-12ê Mijdarê da Konferansa Aliyan a Peymana Çorçove ya Veguherîna Avûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî biezimîne, serî li Serokomar Îlham Aliyev xistibû ku meclisê fesix bike û hilbijartina giştî ya plan ew bû ku di mijdarê da bê kirin ji bo du mehan bi pêş da bê şiqitandin.
Serokomar Aliyev jî Meclisa Neteweyî fesx kiribû û biryar sitandibû ku hilbijartina giştî di 1ê Îlonê da bê kirin.